Anarkismo.net     http://www.anarkismo.net

Em We Gazî Federosyonê Dikin

category greece / turkey / cyprus | anarchist movement | press release author Monday April 05, 2021 20:02author by Devrimci Anarşist Federasyon

Anarşîzm, têkoşîna azadiyê ye, ya ku ji du sed salan heta niha didome. Anarşîzm, di têkiliyên mirovan û desthilatdaran de, li dijî dewletên dijminên gelan û li dijî kapîtalîzmê berxwedanek e. Dîroka cîhana ku bi sîstema dewletan tê birêvebirin pênc hezar salî ye. Lê dîrok û bingeha anarşîzmê digêhije sed hezar sal berî niha. Anarşîzm wê bi rastiya vê hêzê erka desthilatdaran têk bibe û wê jiyanek bêyi deshilatdarî ava bike; ji bo azadiyê û dad ê.
federasyonkurdi.jpg

Em 12 salin, li ser vê erdnigariyê şoreşa anarşîst nexşe û nexşe girê didin. Em dibêjin, anarşîzm rêxistin e. Me gotina xwe bi çalakî pêk anî. Em rêxistinek anarşîst pêngav bi pêngav dirêsin. Li şûna xwehezkirin û reqabeta li ser mirovahiyê tê şert kirin, em parvekirinê û hevgirtinê diparêzin. Li şûna itaetê em serhildanê diparêzin. Em hêviyê ji tirsê rizgar dikin û bi cesaretek mezin diçin li ser tirsê.

Şerê me li gel dewletê ye. Dewlet bê dadî ye. Emê vê bê edaletiyê xilas bikin. Em Ermenî ne, em Kurd in, em Laz in… Em ne kêmjimarin; pirin, zêde ne. Em gelên ku bi dewletê re rû bi rû man in. Em gelên hatin qetil kirin in. Şerê me li gel kapîtalizmê ye. Em karkerin; şerê me li gel patronan e. Û şerê her karkerekê şerê me ye. Şerê me li gel patriyarkayê ye. Em jin in, şerê me li gel zilamiyê ye. Em li dijî rengê zilamiyê yê tarî, rengê keskesorê in. Em pêkhatina daristanan ya li gel çeman, pêkhatina şêran ya li gel xezalan in. Şerê me li gel kapîtalizma jiyana ekolojîk têk dibe ye. Em ciwanên ku ji bo azadiyê li dijî êsîriyê ne. Em bi hêza ciwaniya xwe dikevin qada şer. Em Şoreşgerên Anarşîst kûçe bi kûçe, tax bi tax, ji zarokan heta pîran rêxistana anarşîzmê dikin.

Em din av şer de ne. Û di vî şerî de em hisaba pêşî û paşî nakin. Em mijaran cûda nagirin. Me şerê xwe wisa rêçand. Anarşîzm roj bi roj rêxistina xwe li ser vê erdnigariyê xurttir dike. Em li deverên cûda têkiliyên xwe bi hêz dikin, bi hêztir dibin. Niha rastiya ku 12 salan anî pêşiya me li pêş çavên me ye.

Rêxistinên me yên li Enqerê û Stenbolê êdî têra mezinahiya me nake. Em dizanin ku emê li deverên cûda jî vê pirsgirêkê bijîn. Xebatên me yên anarşîst hewceyî têkiliyên xurttir in. Da ku em şerê xwe bi hêztir û berfirehtir bikin hewcedariya me bi têkiliyên federatif heye. Federasyonên ku du sed salin li erdnigariyên cûda de berxwe didin vê yeke nîşanî me didin. Belê, rastiya kû em îro rû bi rû mayî, federasyon e.

Em, Ciwanên Anarşîst(Anarşist Gençlik), Karala, Xebatên Şoreşger yên Anarşîst (Devrimci Anarşist Faaliyet DAF), Xebatên Anarşîst yên Lîseyan (Lise Anarşist Faaliyet) û Rojnameya Meydan dibêjin ku emê ji niha û pê de xebatên xwe li ser navê Federasyona Şoreşger ya Anarşîst bidomînin. Da ku şerê afirandina cîhaneke azad mezin bikin, geş bikin… Em gazî hemû kesan dikin ku tevli şerê azadiyê bibin. Da ku ya me bi deyn hilgirtî dîsa bidin. Da ku tovên anarşîzmê li Mezopotamyayê, li Anatolyayê û li Trakyayê biçînin. Em we gazî Federosyonê dikin.

This page can be viewed in
English Italiano Deutsch

http://www.anarkismo.net/article/32245

Anarkismo.net is a international anarchist-communist news service